Ji bo te

 
Ji bo te ..
Min xemla wêraniyê
Ji ber deriyê doheja qiranê
revand
Û bê soz .. bê axîn
Li hinavên bê guneh
Li dilê feryad
Gerand û pêçand

Ji bo te ..
Daholên şenga şepalan
Dîmenên şewitî
Di leylanên bê dawî de
Di lavlav û omîdên
Bê hêvî de
Dane ber kevanê nêçîrvanan

Ji bo te ..
Simbolên dijberan
Siloganên dîlberan
Di xunçeyên sînga buharê de
Di memik û lêvên êvarê de
Di tûrikê xwen
Û sawirên paşerojê re
Girtî hiştin û bernedan

Ji bo te ..
Welatekî şareza
Çemekî bê dawî
Geliyekî bi ber
Li ser pişta lawirekî
Di navbera heş û dil de
Hilgirtin
Û kirin siwar …

Ji bo te ..
Bi guliyên Helbçe
Min konê evîndaran
Bilind kir û Hilda
Bi baskên Ferat û Decle re
Nameyên Pxemberan
Kîna dijber û dagîrkeran
Dane pêlan û berdan …