Kulmek Ax

Nede ber biskên kuzirî,
Mijgulên ku, bi ser lêvan de
Dilopên xwînê dadiweşîn in,
Dêmên ku, bi serê sibehan re,
Pirtewên mêyikê di gerden û sîng û ber de
Dixemlî in,
Wê reşa
ku, te ji ser çavên nemirên evînê,
Siwarên deşta Siroc û Cûmê û Wanê
Rahiştî …

Nede ser çavên jikestî
Ku, bi dehan
Nav û nîşanên ciwanên bêbext,
Bi dûrketina Memê,
Di golên mirina gezik û maçikan
Werkirin,
Wê perda
Ku, ji gotin û çêrokên
Dayika ku, di wefedariyê de
Serî danî,
Hatî dizîn …

De bihûn .. Û birêse ..
Bigrî û bikene
Dîwaran sazke
Lavan bi baz ke
Sawiran bi jor xe
Xweşiyê bi dor xe
Di sîngê bazirgana de
Mest be
Di çav û berîkên maldaran de,
Daholan lêxe
Û dîlanê bigerîne
Çi dibî bibe …!

Li ber serê xwekujeran bibêje:
«Yên ku ji bona Xwedê xwe
dane kujtinê,
Cihê wan Buhişta ferdose »..
Li ber deriyê zarokên nemiran,
Biqîre û bêje :
« Tiştê li eniyê yazmîş bî,
bozmîş nabe » ..
kuzota agirê dojehê,
Di tûrikê mila bindestan ke
Zihêr û morfînê
Di devê mendalên jinebiyan ke
Û di tûrikê destê xwe de,
Navê Vîyagra biparêze..!

Çi dibî, bibe ..!
Çi dikî, bike .. !
Di nîvê şevan de
Guhdarî kustepista mêr û jinan be..
Bi bahozê re, saloxên nemiran,
Di destê Sultanan xe..
Pirojeyên belengazan,
Bide ber diranên karbidestan,
Û xetîra serhildanê jî hilde..
Ji ber di destê tevan de namîne,
Ji bilî,
Kulmek Ax …