الرئيسية » مقالات كردية » Serxwebûna Kosovo Û daxwazên piçûk ên neteweya Kurd

Serxwebûna Kosovo Û daxwazên piçûk ên neteweya Kurd


Kurdistan niştê me ye * Serxwebûn armanca me ye


   Berî her tiştekî pîroz be serxwebûn a gelê Kosovo, û herbijî bo wan qehremanên ku ji gef û gurrên Uris û Sirbiyan netirsîne û serxwebûna welatê xwe dane xuyakirin û em bi hîvî ne ku teviya cîhanê va gava pîroz bike û Kosovo mîna dewletek e bi serê xwe bipejirîne.



Mirovekî Kosovoyî


Kosovo welatekî piçûk e, ne li ber zireyekê an jî li ber oqyanûsekê de ye, ew li başûrê Europa ya rojhilat e, dora 10.877 km² pan û fireh e, gelê wî jî (2.126.708 Milyon mirov e) pir kêmtir e ji gelê rojavayê Kurdistanê, ku dibe du caran gelê wê ji yê Kosovo bêtir be.


Dewletên ku li çarexên vî welatî evin: Sirbiya, Montênêgro (Çiyayê Reş), Albaniya û Mekdoniya. Li Kosovo li ciyê pereyên neteweyî Euro di kar de ye. Paytextê welêt bajêrê Prîştîna ye û sê ziman li Kosovo bi kar tên: Albanî, Sirbî û Ingilîzî. Roja 17.02.2008, serekê Wilayetên Yekbûyî yên Amerîka (USA) ev gava pêşkeftî pîroz kir û got: “Ji niha û pê ve, Kosovo welatekî serbixwe ye.”


Berê jî, hinek welatên wekî Luxemburg li Europa, Cîbutî li Afrîka, Kuweyt li Rojhilata Navîn û Tîmorê rojhilatî li Asiya ya jêrîn. Firehbûna Luxemburgê 2586 km² e, kêmtirî 1 milyon niştevanên wê hene, lê ji sla 1867ê de xwe ji peymana almanî azad û cihê kiriye. Cîbutî ne bêtir e ji ½ milyon mirov, firehbûna wê 23.200 km² e, û ji sala 1999 ve welatekî serbixwe ye, tevî ku ji 1000 zarokên wê ne kêmtir ji 6 bi zûkî ji ber birçîbûn, nexweşî û astengiyên civakî û aborî dimirin. Kuweyt 17.818 km² e, dora 3 milyon mirov e, lê ji sala 1961ê ve mîna dewletek serbixwe ye, û Tîmora rojhilatî tenha 33.850 km² e, dora 3 milyon mirovên wê hene, lê ew jî berî niha bi demekê giha serxwebûna xwe.


 
Kesekî Tîmorî


Gava em li rewşa neteweya Kurd binêrin, emê bibînin, ku welatê wan ‘Kurdistan’ li ba rojhilatnasan mîna ‘Dergoşa şaristaniyê tê nasîn, û pir ji zû ve, 16 wilayetên wê, hîn di dema xortbûn û bi hêzbûna Imperetoriya Osmanî de, şêweyekî ‘Xwedmuxtariyê’ bi fermanek sultanî standi bûn. Ev Kurdistan li gor lêkolînên mamhosteyê navdar rehmetî Hesen Hişyar ne kêmtir e ji 700.000 km², û ewên firehiya wê kêmtir didin xuyakirin, dikevin çewtî û şaşiyê. Ev welat ji 5 welatên Europî bi hev re firehtir e, û bi hejmara niştevanên xwe mestirîn neteweya bê serxwebûn di cîhanê de ye.


Paş têkçûna bizava “Xweybûn” di sala 1930 de, ji ber parçebûna xaka Kurdistanê di nav 4 dewletan de û di nav sê neteweyan de, û ji dûrbûna wê ji zireyê ve, tevgera rizgarî ya neteweya Kurd pilan û projeyên xwe di dema “Cenga Sar” de guhartin û ji daxwaza serxwebûnê daketin, bi Autonomî an jî hîn bi kêmtirîn daxwaz derketin holê. Lê ew dema pevçûna du sengerên leşkerî, yek Sosiyalîst û yek Imperyalîst, çû serî û dibe jî ku tew carek dî venegere. Mixabin dîsa jî di binyada ramanî ya tevgera neteweyî ya kurdî de pir guhartin pêda nebûn. Raste ku niha li jêriya Kurdistanê tevgera me ji Autonomiyê hilkişiya pileya Federaliyê, lê di Kurdistanê de, bi piranî tevger hîn di nav kefteleftên “Cenga Sar” de maye… Eve jî dibe egera ku kêşeya neteweyî ya kurdî dengvedanek nêvneteweyî nastîne, û tersî vê yekê, rêber û mezinên tevgera me daxwaza serxwebûna Kurdistanê mîna xewnek şevan!” didin xuyakirin.


Di rewşek wilo de, paş ku Kosovo jî giha serxwebûna xwe, pir giring û pêwîst e ku hişmendên me carekê li xwe û li pilan û projeyên xwe yên ramiyarî vegerin. Heger em ji neyarêd xwe ditirsin, divê em ji bîr nekin ku gelê Kosovo yê piçûk ji hevbendiya Sirbiyan û Rûsan netirsiya, tevî ku hêza wî pir ji ya gelê me nizimtir e, Tîmora rojhilatî jî her weha ji mezinahî û hêzdariya Indonisiya netirsiya…


Hinek dibêjin, ku gava USA û Europa rê nedin, kesek nikane serxwebûna xwe bistîne. Eve ne rast e, û divê berî her tiştekî em bi hev re bigihn biryarek wêrek û hevpar û dirist di vî warî de. Bêguman neteweya Kurd di vê mijarê de bo hîn bêtir fedekarî û piştvanî amede ye…