| werîsê reş ! |
| Beşîrê Mele |
| ÇáÃËäíä 03/08/2009 |
1: Bi hizr û bîrweriyeke seqet Bi tûrkekî bin pertî Diçin bazara şeytên çavên teva li bêîrîka xwdêye 2: Cade û şiqamên bê mirûs û ewrên baskokirî newaziş û nefret , di qirkan de li hev vedane 3: Kurte pistek tê ji axê Guhê tarê ne li baye :Zinhare kesê xerîb li dahola we bide "ku ba hat şebeşan bidêr…." 4: kerekî pişt kurmî, di kul kule Berjêr hildikişe! Bajarê kolistanê ! 5: Ronak sitewir ma Çekçekolan şaşik girêdan… Hêviyek şore Werîsekî kevnare,ji çi hatiye rêsan? Hilorekî reş pêve hatiye girêdan hêlaneke , çêlîkên dujehan xwedî dike dihejîne!! 6: du Çem dernexum bûn Guloka sipehîbûnê di pîrbûnê de hilya Dîroka bi talanan re hevîrkirî Di qewilkin pîeoz de xwe parast !
7: mazûbanî tenê lawê xwe jêre serjênekir Bi nimêja sibehêre di gola xwînê de werbû Bûk û keçên pişt şikestî Girêka jana xwe avêtn hezar salên pêşî
8: "mû bi zimanê me ve şînhat" û xwê di mejîkî de şîn nehat belkî ev warê mirya ye ? jîngeha derd û belaye ! mîratzadeya yekê û yekaye û gewdekî kole… |
|
|
|
|