| Jiyanek |
| Beşîr Mele |
| ÇáÃËäíä 25/05/2009 |
ya ku tazî û birçî lê digrin ? di xewnan de dibînin û ji wan direve! derhinêrin bi baskên hesinî lê dikolin Bi xincerek zingar girtî, kilîta dergehê gençîneya hişê buhurî vedikin. Parî û nivîna hêlîna xwe di qoqî de tevin didin Di bin siya mejî de bi wijdanê çandê vedidin Dahola guh girtînkê ber bi rewrewkê jiyanek xwekuştî. Jiyanek asûdeya wê keçel.. xwazgînî li piyanek rût girê dilê xwe ,Volkana nava xwe di şikandina parsiwê wêde rehet dike. Kê ji wan rêz ji piyanekê re girtiye Kolan tijî şûşe û pêlavên bê serîne û evîn di kelaxê jinê de wek kosîyekî mirîye Dengê şabaşê :"werin Cuherên belaş" Serên bi Cuher di şiqaman de nema hiltên Miryên mezelan: bihisreta mêvenekî serçav vekirîne, Tev ji qirka xwe tirsyayîne Cildiruwekî kor xeftanî hêviyan darvedike! Jiyanek li xwe xistî… ji bilî vegotina mirî û Cuher pîtekê nabhîze ku barenek ji ewrên peyava ciwan jî dibare, bi qasî wan segvanên tîpa dengdar jî dibezin termên pevokan di peqpeqokan de bê wate çav beloq dibin… zirbavan zirzave afrandin bi solê dipeyivin ,dinîvisin pênûs xistne wek pêlavê… xuwêya bê çêje… dema beravêtina angoyan şahiya malperestên sedsalê û dizên neftê,bi dû xweve ketine. dibe ximava zimanê şêrîn zuhabûbe !? helbest teslîbûbe!? Teknolgiya ,sitran kujtibe ? Kezba mişextî bi jehrê vegere?! Agir di dara bêjyan de lotkan dide Dilê birîndarekî azadyêyî lal ,diqiçqiçe… Xwîna şehedî ji boyaxa sipî ditirse, Gelo xewine lehya pirtûkan bê ?! Gijlokê şîrava tirî li êgirke û banke ewran: Çemino ji lehyan avis bibin wê baran bê Tifkin riwê baniyên nizmî navik tazî Wan perav qehpkirne Tajî û gurê sitêrka sibê Zinêkarê nan û xwhê Pênûsa ling li jor… Çêja jiyanê şelû kirine…
Beşîr Mele |
|
|
|
|