| |
| Sirûda newroz |
| Beşîr melle |
| ÇáÃÍÏ 08/03/2009 |
Newroza îsal di dil de şaxê xwe vedan e Belê arê te her tumî kewa keseran e Xtîra te yî tumî li bala mezlûman e Goriya te cejnê ji cane sê Mihemedan e Arê te newrozê pîroze can vedijîne Şewqa te diyare û evîna te şêrîn e
Doza we çi xweşik e weke baxê gulan e Newroza vê salê li ahenga Zekiyan e Keda we bi ronak e li Bircê Amedan e Destê me bişkê-jî em weke keleman e Arê te newrozê pîroz e can vedijîne Şewqa te diyare û evîna te şêrîn e
Gulên ji tavê têne li baxê Duçeman e Li kohê Qendîlî Baz û Kevok lê gerîlan e Li çi digrin dane ser şopa Someran e Wek şîpê rokên e hêvîya çar kulîlkan e Arê te newrozê pîroze can vedijîn e Şewqa te diyare û evîna te şêrîn e
hetava vê rojê ji rengê we şehîda ne dana we fenerin li asoyî şeveqa ne Barana we ji pişta naz û çav bewleka ne Tîpê we naşikê hûn kurê pêximbera ne Arê te newrozê pîroz e can vedijîne Şewqa te diyare û evîn te şêrîn e
------------------------------------------------------------------ Qamişlo….
Li bajarê Qamişlo Êvara newrozê da Rijya xîwna sê bira Bû ronak û pêtî da Qîz û xortên qehreman Ketin meşa Mihemdan Sûnd dixwin ranawestin Ta bistînin tola wan
Bû ronak û pêtî dan Ser pelê deftera min Bû aha kesra min şûna van sê kulîlkan Qîz û xortên qereman Ketin meşa Mihemdan Sûnd dixwin ranawestin Ta bistînin tola wan
Bi bîna sê kulîlkan Xweşik dibe doza min Ronî dibe roja min Di vê roja pîrozda Qîz û xortên qehreman Ketin meşa Mihemdan Sûnd dixwin ranawestin Ta bistînin tola wan
Di vê roja pîrozda Rewşa rindê deng veda Bi nave her sê çiran Di dîlana êgirda Qîz û xortên qehreman Ketin meşa Mihemdan Sûnd dixwin ranawestin Ta bistînin tola wan |
|
|
|
|
|