الرئيسية » مقالات كردية » Filmê Kurdî li Munîcha Almanî

Filmê Kurdî li Munîcha Almanî

Filmê derhinêrê kurd Mano Xelîl bi navê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“, derbasî pêşberga xelata mezin a festîvala sînema li bajarê Munîcha Almaniya dibe. Di vê pêşberkê de 10 fîlm ji bo xelata mezin hatine hilbijartin. Festîval di rojên 8-15 Gulanê de li dar dikeva. Fîlm wê du caran li Munîchê were pêşkêşkirin.

Film çîroka mirovekî Kurde, „Ibrahîm Gezer“ (Apê Îrbom), ku bi esle xwe ji Elbistanê ye. Apê Îrbom, heta salê 90î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bu, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bu. Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û eu neçar ma bereve û weke penaber were Swîsra. Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re winda nake. Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê».
Film bi zimanê Kurdî û elmanî hatiye kişandin. Dema film 107 xulekin. Li ser systema DCP a sînema a nu hatiye qeydkirin.
Film produksîonek navnetewî ye, ji aliye televizîona Elman-Fransa ARTE û televizîona Swîsrî ve hatiye fînansekirin.
Film di destpêka vê salê de li festîvala filmên Swîsrî a netewî laiyqî xelata yekemîn hatibu dîtin.
Lînk:
http://www.dokfestmuenchen.de/filme.php?films_festival=11&films_section=21

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *