الرئيسية » مقالات كردية » Gelî miletê Kurd

Gelî miletê Kurd

مقالات لنفس الكاتب

Xwîşk ü brayên hêja

Ev bû sê Roj ku Leşkerê Beşarê Dîktator û xwînin mij bi top û tenga li ser Bajarê Serêkeniyê di parînê,
di ancamê de bi seda ji miletê me yên bê gûneh şehid ü brindar bûne û bi hezara dev ji mal mewdanên xwe berdand û penaber bûne û terqihane hin li gûndê dev û dor û hin xwe li sînorê tûrka dane û derbasî bakurê Kurdistanê bûne,


Gelî miletê dil şewat
Ji destpêka şoreşa sûriyê ve em wek miletê Kurd bi aştî me şoreşa xew berdewam kir ü me herêm ü miletê xwe ji şer û wêrankirênê parazt û ev bû sedemek ku penaberên Bajarê sûriyê yên şer li ser wan berê xwe Dan herêma me miletê me malêxwe ji Wan er vekirin û nanê xwe bi wan re nêvî kirin .

Geli miletê hêja
di 26.10.2011 Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê hate damezradin ji partî û tevgerê ciwane û kesên Ser bixwe . Bi armaca yek bûna biriyar û gotina kurda di diyalokê de li gel hêzên opezîsiyonê Sûrî û hêzên nav netwî.

û dibin siha serokê herême Kurdistanê de berêz berzanî de li hewlêrê di 11.07.2012 desteya Bilind a Kurdi bi Partiya PYD hate damezradin û Imze kirin lê mixabin li ser ardê ne hate bikar anîn û ewji bû sedemek ku leşkerê Azadyên şoreşê bi alîkariya Tûrkî û cand aşîrê Arb derbasî Bajarê Serêkeniyê bibi û bibê hincet ji leşkerê Beşar re ku bajar bûmbe baran kê.
wekû Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û hemû miletê Kurd ji me tê xwestên ku em bi hemî ewaya karibin alî kariya miletêxwe bi kin û dengê xwe bighînene hêz û komelê nav netewî ku bişt giriyeka abûrî û siyasî peyî de bikin.

Bijî şoreşa Sûrî
Biji kurd û Kurdistan
Bimrê Beşar û kesên li pişt

Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Li Swêsra

14.11.2012

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *