الرئيسية » مقالات كردية » Kengê (Xelek 17) ya dawî

Kengê (Xelek 17) ya dawî

 


main_img_end–>dê cihê me jî di bin tava rojê da hebe?

 

(Xelek 17) ya dawî

 

Dîrok û Hişyariya Neteweyî

 

Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl. Çavdêriya zimanî: Mustefa Reşîd

 

Pendiyarên gewre – kî dibin û ji kû dibin – stêrk û fenerin, rêyên rasteqînan ji gelan ra sererast dikin, gelan ji tariyê, nezaniyê û şaşîtiyê rizgar dikin. Hozanê Çînê Konfoşyos (Kong Fo Dze 551- 479 b.z) yek ji wan pendiyarên gewre ye. Ev mirovê hişdar di gotineka xwe da ji şahekî Çînê ra dibêje: “Eger ku tu li neynikê binêrî, tê zanibî ku taca li serê te di cihê xwe da ye an xware, lê eger ku tu li dîrokê biramî, tê zanibî çawa şahnişîn ava dibin û çawa tên hilweşandin“.

 

Qonaxên Xwe-naskirinê:

 

Raste, min gelek dem ji temenê xwe bi jêderên wêjeyî, mîtolojî, olî, felsefî, etnolojî, derûnî û civakî ra derbas kir, lê ji bextê min bû, ku ji ciwaniya min da arezûya dîrokê ez ber bi xwe va dikşandim, û hevaltiya min bi vê arezûyê ra di sê qonaxan ra derbas bû:


Qonaxa yekemîn: Hewesdariya min bi xwendina cîrokên ku hin têkeliyên xwe bi naverokên dîrokê ra hene.

Qonaxa duwemîn: Hewsdariya min bi xwendina jînenîgariyên (سيرة) kesên navdar û payebilind di hemî waran da, wek: (şah, xelîfe, serok, efsar, feylesof, zanyar, afirîner, gervan, helbestvan, wêjevan, hunermend û hwd.).

 

Helbet, wê çaxê mebesta min ji xwendinê di van herdu çarçew û qonaxan da, ne ew bû ku ez hin agahiyên destnîşankirî (معيّن) bi dest xwe xînim, nexêr, mebesta min ew bû ku ez jînenîgariyên van kesan zanibim, pê zanebûna xwe dewlemend bikim û kêfxweş bibim.

 

Qonaxa Sêyemîn: Piştî hin ezmûnên min bi qamçîbazên dagîrker ra – çi rewşenbîr dibin an ramyar – têkeliya min bi jêderên dîrokê ra derbasî qonaxa sêyemîn bû.

 

Mebesta min di vê qonaxê da bi pileyeka bilind hat guhartin, mebesta min xwe-naskirin bû, gelo ezê çawa xwe nasbikim ku ez gelê xwe nasnekim? Ma ne qamçîbaz her û her min didin nasîn ku ez Kurdim, ango ez Hindiyê Sorim? Ma ne li ser vê danasînê jî bi min ra didin û distînin, min tawanbar dikin, min ji pîşeyan (وظائف) bê par dihêlin? Ma ne ji bo ku ez Kurdim zimanê min qedexe dikin, pirtûkan ji dest min digirin, min didin ber qamçan û dixin tariya zîndanan?

 

Başe, ta ku ez xwe-naskirina xwe bi cih bînim, pêwîste ez gelê xwe (kurdan) nasbikim, û ta ku ez gelê xwe nasbikim, pêwîste ez dîroka neteweya xwe zanibim, erê pêwîste ez piyan vemalim, ber bi kûraniya dîrokê herim, jêderan di bin çavên xwe ra derbaskim, agahiyên belgehane bi dest xwe xînim, sîwana tariyê, ya ku dagîrkeran bi destê zorê li ser min û gelê min vegirtî, biçirînim, dil û hest û heşê xwe bi tîrêjên ronahiya Yezdanê pîroz bişom û bixemilînim.

 

Hevaltiya Jêderên dîrokê:

 

Bi rastî, hevaltiya min û jêderên dîrokê ji sîh salî da dest pêkiriye. Di vê koça dirêj da, ez ji çerxekê derbasî çerxekê bûm, ji erdnîgariyekê koçî erdnîgariyeka din bûm û ji asoyekê hilgerîm asoyekî… erê, pêwîst bû ez dor deh hezar sal ber bi kûraniya dîrokê herim, cih bi cih li deverên Rojhilata Navîn bigerim, hinekî tevlî dapîr û bavpîrên me di şikeftên ciyayên Zagros, Agirî û Toros da bijîm, neçîrvaniya perendan, asikan û pezkoviyan bikim, gîhayan û mêweyan ji xwerinê ra bicivînim, êgir gurr bikim ta ku hovan bitirsînim.

 

Di pêra ez, tevlî dapîr û bavpîran, derbasî navceyên Şaristaniya Gozanan bûm; pêwîst bû êdî ez ji şikeftan bi derkevim, xaniyên kevirî ava bikim, genim, ceh, nok û nîskan biçînim û biçinim, kûpan, kûzan, dasan, destaran, tevran, kasên rengereng sazkim û bi kar bînim, alfebêya şaristaniyê tevlî gelê Someran ber bi başûrê Mezopotamya daxînim û pêşva bidim; û li her çar aliyên Rojhilata Navîn belav bikim.

 

Ne bes wena, lê bi ser da jî, ez tevlî dapîr û bavpîrên me yên Lullu, Gotî, Subarî, Hurî (Mîttanî), kaşşî, Mannayî, Xeldî û Medî, bûm armanca êrişên Akkadan, Babiliyan, Hitîtiyan, Aşûriyan, Skêtan, Misriyan, Girîkan, Aramiyan, Ermenan, Sulcoqan, Sasanan, Ereban, Tirkan, Muxolan û Teteran… min dît çawa pêşiyên me bi gernasî li ber xwe didan, ala sipî li hember êrişvanan, dagîrkeran û setemkaran hilnedidan, agirê şoreşan yek li dûv yekê gurr dikirin, êrişên dijminan pûç dikirin, şahnişînên gewre ava dikirin.

 

Koç û Encam:

 

Peyvek heye dibêje: “Ne bese ku tu zûka ji xew rabî, ya girîng ewe ku tu di demê da li ba karê xwe bî”. Raste, ez hinekî bi derengî bûm mêhvanê belgeyên dîrokê û hinekî bi derengî min xwe-naskirina xwe ya neteweyî bi dest xwe xist, lê gelo ma ne ê bêtar û şerm bûya ku ez ta niha çavgirtî û wendayî bimama? Erê, ez hinekî bi derengî hişyar bûm, lê min xwe bi bez û lez xist kûraniya dîroka neteweya xwe û ez ji wê koça dûr û dirêj, di serdemên dîroka Rojhilata Navîn da, bi van encaman biderketim:

 

(1) Mirovê ku dîroka gelê xwe nizanibe, wê qet rêya rast nebe ser xwe-naskirina neteweyî, û gelê ku dîroka xwe nepelîne, neşopîne û neparêze, wê her û her wek gîhayê li ser tehtê be, çûka li ser hej be, refê tîtiyan yê belavbûyî be, ewê tim jar, hejar, qels, bêçare û bextereş be li hember dagîrker û setemkaran, ewê her û her dûvelang be; û hin bi hin ewê zimanê xwe, kultûra xwe û kesayetiya xwe wenda bike.

(2) Damarên pêşiyên me di kûraniya dîroka cîhanê da dûr û dirêjin, pêşiyên me ne hirç û hov bûn, ew hevparê aferandina kevintirîn şaristaniya Rojhilata Navîn bûn, xwedî ziman û çand û kultûr bûn, xwedî text û tac û şahnişîn bûn, qet serên xwe ji êrişvanan û dagîrkeran ra nedihejandin, di her demekê da Kawayên cengewer û cangorî, pêşewa û serkêşên wan bûn.

(3) Bi nêrîneka daneberhevkirî tevlî pêşiyên gelên Aşûr û Faris û Ereb û Tirk, tê xuyan ku pêşiyên me ne xudî kultûr, hizir û arezûya dagîrkeriya gelan bûn, di piraniya çerxên dîrokê da ew û welatê wan dibûn armanca êrişvanan; û demên ku wan têda êrişî derdorên xwe dikirin gelekî kurt û hindik bûn.

(4) Tevlî ku pêşiyên me – ji 25 sedsalan da – ketibûn ber daf û kemendên dagîrker û setemkaran, bi qasî ku derfet bi dest wan diketin, dest û heşên xwe dixistin pêşvebirina şaristaniya cîhanî, bi serdariya lehengên xwe dibûn parêzgerê Rojhilata Navîn, di her çarçeweyên zanistî, olî, hunerî û leşkerî da pêşeng û jêhatî bûn. Ev peyvên me ne fort û gotinên bê kok û binyadin, ev rasteqînên dîrokê ne; û bi sedan mînakên gewre di dîrokê da cihê xwe girtine, me hin ji wan mînakan di lêkolîn û pirtûkan da berçav kirin.

 

Pirsên dijwar:

 

Lê tevlî van resteqînên payebilind jî, em dibînin ku gelê Kurd, bi gelek qonaxan, li dûv hemxakên xwe mane… erê, ha ha gelê Faris, Ermen, Ereb û Turk xwedî dewletin, alayên xwe li nav dewletan bi pozbilindî hildidin, kultûr û nasnameyên xwe diparêzin, lê mixabin em Kurd di bin alayên dagîrkeran da derbasî sedsala bîstan bûn, me bi wê neker, em bi ser da jî di bin alayên dagîrkeran da derbasî sedsala bîst û yekan jî bûn. Gelek gelên cîhanê xwe ji dagîrkeran rizgar kirin, lê em hîn û hîn di pergala dagîrkeriyê da dizivirin.

 

Gelo, sedemên vê rewşa seyr, sosret û dijwar çi ne?

 

Emê çawa qirikên xwe ji pençên dagîrkeran rizgar bikin?

Emê çawa xwedî dewleteka xweser û serbixwe bin?

 

Emê çawa cihê xwe di bin tava rojê da ava bikin?

 

Di paşerojê da, ezê hewl bidim ku bersivên van pirsan – di zincîreka nû da – tevlî gelê Kurd parve bikim, bi taybetî jî tevlî entilgênsiya kurdan ji rewşenbîr û ramyaran.

 

– – – -Li dawiya vê zincîrê ez kekê rêzdar û hêja mamoste Mustefa Reşîd gelekî spas dikim, cimkê ew – li kêlek kar û barê xwe yî xweserî – bi barê çavdêriya zimanî ya vê zincîrê rabû û helbet ku ne ji alîkariya mamoste Mustefa bûya ev zicîra wê têketa ber dafa qelsiyê û şaşîtiyên zimanî.

 

Erê, berî niha bi (47) salan ez û mamoste Mustefa şagirtên dibistana Efrînê ya bilind (الثانوية) bûn, me bê hemdî xwe bi zimanê dagîrkeran dixwend û dinivîsand, a niha jî em alîkarên hevin di çarçewa kurd û kurdayetiyê da, eva jî bi xwe pêşveçûneka balkêşe.

 

21 – 6 – 2012

 

dralkhalil@hotmail.com

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *