الرئيسية » مقالات كردية » DI SALA 1939 AN DE KURDÊN ROJAVA CI DIXWESTIN ?

DI SALA 1939 AN DE KURDÊN ROJAVA CI DIXWESTIN ?

Xalid ÎSA
Ferec56@hotmail.com
Otonomî ji Kurdan re; Zimanê kurd bibe zimanekî fermî; Kurd beşdarî hikûmeta sûrî bibin; ev bûn daxwazên Ku nonerên welatparêzên kurd li rojavayê Kurdistan bi nav dikirin di havîna sala 1939 an de.
Belgenin fermî yên frensî jî; ku min bi cih kirine; didin xwanê kirin ku hîn di sala 1924an de gellek welatparêzên vî perçê Kurdistanê; piştî pûçbûna peymana Sêvrê; doza dewletek kurd kirine.
Di havîna sala 1939 an de; bihna barûda şerekî mezin dihat pozên hemu berpirsyarên siyasî li cîhanê. Desthilata turk ji xwe re gelek sûd ji wê rewşa aloze wergirt; bi taybetî ji Inglîzên hîn dı Îraqê de serdestî dikirin; û ji Frensiyên ku hîn ji alî leşkerî ve Sûrî û Libnan ragirtibûn.
Dı vê demê de; Frensiyan Hetay (Entakiya) et paşê Iskenderûn jî kir qurbana çavên Turkan; da ku xwe nekin piştmêr û hevalbendên Elmanan. Lê Tirkan li ser hemu werîsan tolebazî dikirin; û bazar bi hemu hêzan re dikirin; çav berdabûn çiya yê kurmênc û doza petrola Cezîrê jî eşkere li frensiyan dikirin; û her dem zor didan li ser wan da ku tvgera gelê kurd li rojavayê Kurdistanê biçewisînin. Brastî; xuyaye ku ev siyaset li tela Ignlîz jî di hat; û necad perestên ereban jî bi pirranî pêvgirtiyên Înglîzan bû.
Kurdên rojava yê Kurdistanê; rewşenbîr û gellek serok eşîr jî bi taybetî rêxistina Xweybûn (Xoybûn); bi comerdî di ber hebûn û nas nama gelê xwe de didan.
Bı hawakî xurt; bi mêranî û comerdî; çi ji bo avakirina Kurdistanek yekhev; û çi ji bo Kudistanek otonom; welatparêzên kurd li rojavayê Kurdistanê li berxwe didan û piştgiriya perçên din jî dikirin û dikin. Ez ê di vî warî de çend belgan ji xwendevanan re pêşkêş bikin .
Belga îro li ser şandeke kurdan ku çûbo Beyrûdê ji bo dîtina Nûnerê Frensa yê Biilind li Rojhilatê (Balyoz). Belgeyek ku bi rengekî hindik rindik hatiyê dariştın; naveroka wê ev e:
****

Nonerayetîya Bilind à Komara Frensa li SûrÎ û Libnanê
———-
Nivîsgeha Siyasî
——————
Di 13 huzêrana 1939 an de

Bîrdan (têbînî) ji bonî serokê dîwana siyasî
Îro ez pêşwazîyê li nonerayetîyek kurd dıkın; ev nonerayetî ji van camêran pêk tê:
Celadet Bedirxan
Doctor Kamman (Kamuran; Kamîran-X.Î) Bedirxan
Qedrî Cemîl Paşa
Haco Axa
Ekrem Cemîl Paşa
Ev nonerayetî doza dîtina Balyoz dike; û dixwaze hevpîvîna pêre bike li ser beşdariya Kurdan di Hukûmeta Sûrî de; û damezirandina civateke otonom ji kurdan re; û qebûlkirina zimanê kurdî weke zimanekî fermî.
• Bi dest nivîsandin: tê zanîn ku Nonerê Bilind ni karibû pêşwazî ya vê nonerayetîyê bike; û ku yek ji du berpirsyarên din têne bi nav kirin ji bo vê raspardinê.
*****