الرئيسية » مقالات كردية » Ardogan û gol û xwena osmanyên nû

Ardogan û gol û xwena osmanyên nû

Ez dikim nakim ku ez fêrî konevanya turkan bibim bêhûde dimînim,û têde nagêjimn ,weke mirovên destê xweyî rastê bavêje guhê xweyî çepê û bêje vaye guhê min.
Mebesta min ji vê yekê eve :ku dewleta turk kêşeyên xwe bişêweyekî ne rast û sixte ji cîhanê re diyar dike,carekê dikin pirsa şerpa serê jinan û carekê dikin pirsa nasnamê.gelo zanyariye yan islamiye,bi vî awayî dixwazin rastiya xwe veşêrin û aloz bikin.
Lê cîhan hemî dizane,ku turk derewan li xwe dikin,û rastyê vedişêrin.
Di vê derbarê de ceneral Mizrahî dibêje:gerek turk di neynikê de li xwe binerin û dûra rexnan li xelkê bikin . bi min waye ku ev peyv ne ji cîhekî vala hatiye.belê rewş û hebûna turkiyê ji kokve şîrove dike,lê turk bi xwe vê yekê heta niha napejirînin . tiştê bala mirovan dikişîne û mirovan mendehoş dike peyva jîrikê wane Daûd Oxlo çimkî divê peyêde dixwaze dewleta turk dest têwerdanê bike di hemî welatên berê di bindestê osmanyan de bûn di evê gotarê de diyar dibe ku di serê wan de xewna osmaniyek nû heye û ji dêvla arîşeyên osmanya kevin çareserbikin ,pêşde direvin û doza osmaniyek nû dikin.
Ez bi bawerim çareserkirina kêşeyan di rojhilata navîn de û heta herêma Belqan û piştî çayê Qaf û girava Qubris divê ji turkyê destpê bike ji ber ko ji turkiyê derketine ev kêşe,lewra mirovê bixwaze dîrok û pêşeroja van herêman nasbike divê mêjûya turkan bixwîne,ji ber ko komara turk navenda girêk û egera hemî nexweşyane li van herêmên nav borîde.