الرئيسية » مقالات كردية » Çanda Kurdî ziyaneke mezin ket

Çanda Kurdî ziyaneke mezin ket

Rojeke cotmehê ya sala 2007a li bajarê Rûsiyayê-Sankt-Pêtêrbûrgê (Lênîngirada berê) ji nişkê va, ji ber rawestandina dilkê xwe jiyana xwe ji dest da ronakbîrê Kurdî bi nav û deng, doktorê zanînên fîlolojî, pirofêsor, zargotinzan û edebyetzan Ordîxanê Celîl. Bi mirina Ordîxanê Celîl gelê Kurd ronakbîrekî xweyî welatparêz unda kir, yê ku temamiya jiyana xwe ya femdariyê ya nîv sedsaliyê da ser berevkirin, lêkolîn û weşandina çanda gelê xwe ya ruhî, bi tayîbetî zargotina wî ya zengîn bi almast û yaqûd, bi lal û durên wê, ku bi giranî ji kûraya sedsala tên û di nava xwe da ne ku bi tenê bûyerên tarîxa Kurdistanê yên tirajîk, lê her wa jiyana gelê Kurd, mantalîtê, felsefe, bîr û bawer, xem û xiyalên wî dîhar dikin.
Her çiqasî jî Ordîxanê Celîl 75-saliya xwe da mir, lê ev yek bû undakirin, ziyaneke mezin ji boyî Kurdzanînê, ber ku di wî temenî da jî ew bi daxwaz, ênêrjî û zanîn-tecrûbên pêwîst va dagirtî bû ji bona berdewamkirina wî karê xwe yê ji bona çanda milletê xwe pir pêwîst. Û gava em vê yekê û bi tayîbetî keda Ordîxanê Celîl ya mezin di warê pêşxistina çanda gelê xwe da mêze dikin û digrin ber hesêb-dikarin wê jî bêjin, ku bi mirina wî stûneke xaniyê çanda Kurdî ya navê û stûr şikest. Lê gava em wê yekê jî digrin ber hesêb, ku çi ku rehmetî pê ra gîhand bî cî bîne-bûye mal û milkekî çanda Kurdî yê nemir-xemgîniya me ber vê undakirinê siviktir dibe, ber ku ew mal û milkê bi xwe ra xudanê tomarkirin û lêkolîna xwe jî her wa zêndî bihêle. Lê zemanê zêndîmayîna wê çandê jî bê sînore.
Her çiqasî jî Ordîxanê Celîl ne ku bi tenê li warê jiyan û karkirina xwe, li Ermenîstanê û Rûsiyayê, lê her wa li beşên diyaspora Kurdî yên dinê û bi tayîbetî li welatê xwe-Kurdistanê deng daye û haya ronakbîrên Kurd bi giştî û Kurdzanan bi tayîbetî ji kar û bar, berhemên wî yên zaniyarî heye, lê dîsa jî weke hogir û hevkarekî wî yê pir salan, ku haya min baştir ji karê rehmetî yê berhemdariyê heye-pêwîst dibînim jiyan û kar û barê wî qet nebe bi kurtayî û xetên giştî raxim ber çevan, ku haya gelê Kurd ji kirinên wî lawê xwe yê şîrhelal hebe yê ku meremê jiyana xwe di nava xizmetkirina himberî wî gelî da bi giştî û çanda wî ya ruhî da bi tayîbetî didît.
Ordîxanê Celîl 24ê tebaxê sala 1932a li payîtextê Ermenîstanê-Yêrêvanê malbata şayîrê kurdayî bi nav û deng Casimê Celîl da hatiye dinê. Sala 1956a ew dawiyê li perwerda xwe ya fakûltêta zanîngeha Yêrêvanê ya fîlolojiyê tîne. Sala 1958a ew beşa Kurdzaniyê da ya înstîtûta Lênîngiradê ya Rojhilatzaniyê da ji bona bi cîanîna têza berendamtiya zaniyariyê dibe şagirtê rojhilatzan û kurdzanê di cîhanê da bi nav û deng akadêmîkos Hovsêp Orbêliyê eslê xwe da ermenî û bi seroketiya wî têza xwe ya bi têma “Êposa Kurdî ya qehremaniyê ya “Xanê Çengzêrîn” – “Dimdim” amade dike, ewê civîna zaniyariyê ya bilind ya sala 1961ê diparêze û navê berendamê zanînên îdeolojî distîne. Pêwîste em kifş bikin, ku ji bona bi cîanîna vê lêkolîna xwe Ordîxanê Celîl gellek şaxên wê beyît-serhatî, wê destana gelêrî civandibûn û pişt ra ew jî dan weşandinê.
Piştî vê yekê ew vedigere Yêrêvanê û li vira beşa Kurdzaniyê da ya înstîtûta Rojhilatzaniyê da kar dike. Lê zûtirekê car din vedigere Lênîngiradê û li wir karê xwe yê zaniyariyê hetanî mirina xwe berdewam dike. Lê eva yeka qet jî nayê wê watê, ku Ordîxanê Celîl li wî bajarî bi tenê, navbera çar dîwarên kabîna zaniyaran da karê xwe bi cî danî. Weke zargotinzan û bi tayîbetî berevkirê nimûnên zargotina gelêrî ew li wan hemû cî û waran, komarên Yekîtiya Sovyêtiyê digere, li kî derê olkên Kurdan hebûn: li Ermenîstanê, Gurcistanê, Azerbeyîcanê, Qazaxistanê, Ûzbêkistanê, Qirqizistanê, Tûrkmenîstanê û derên dinê. Gelek berhemên gelêrî ewî ji ber zarê wan Kurdan digirtin û tomar dikirin yên ku ji beşên Kurdistanê yên cuda-cuda bi giranî ji bona perwerdebûnê dihatin Yekîtiya Sovyêtiyê.
Sala 1996a Ordîxanê Celîl bi têma “Stranên Kurdî yên tarîxî” têza xwe ya doktorayê diparêze û bi hev ra navên doktorê zanînên fîlolojî û pirofêsoriyê bi dest tine: vî navê dawî ji ber bi cîanîna fêrên fîlolojiya Kurdî zanîngeha Pêtêrbûrgê ya dewletê da.
Ordîxanê Celîl xudanê hereket, êrûdîsiya mezin bû, bi ser da jî aşiq û maşoqê zargotina gelê xwe û zanekî bi kemala tabîî. Bi van karîn, hereket û keremên baş ewî dora nîv sedsalê bê westandin û acizbûn, bi ser da jî bi heyacan xizmeta çanda milletê xwe ya ruhî, bi tayîbetî zargotina wî kir, ber ku berevkirin û weşandina her berhemeke zargotina gelêrî ji bona wî lawê gelê Kurd yê şîrhelal û welatparêz serbilindî, kêfxweşî û şabûn danî. Em dikarin wê jî bêjin, ku bi çapbûna her berevokeke zargotina Kurdî ra, weke gelê me dibêje, ruhê wî teze dibû. A ji ber vê yekê ewî bi tenê û bi hevkariya tevî birê xwe-doktorê zanînên tarîxî, pirofêsor Celîlê Celîl bi hezaran berhemên zargotina Kurdî yên weke almast û yaqûd, durr û cewahir giranbiha yên hemû janin û cûrên zargotinê-edebyetê berev kirin û dane weşandinê û bi wê yekê gellek ji wana bi wê naverok û zaravê xwe ji ber undabûna heta hetayê xilaz kirin û weke mal û milkê jiyana dayîmî şûn da li gelê xwe vegerandin.
Awa navên her bi tenê çend lêkolînên ser zargotina Kurdî û têkistên berhemên wê zargotinê, ku Ordîxanê Celîl bi tenê û tevî birê xwe-Celîlê Celîl pêk anîne û dane weşandinê: “Dîlokên Cimeeta Kurda”, “Êposa Kurdî ya qehremaniyê ya “Xanê Çengzêrîn”, du cildên “Meselê û metelokê cimeta Kurda”, “Gulçin”(veçêkirina berhemên zargotinê)”Stranê zargotina kurdaye tarîxiyê”, “Zargotina Kurda”(dora 500 rûpelan), cildên “Zargotina Kurda” yên yekemîn û duyemîn(bi tîpên latînî dora 1000 rûpelan). Van salên dawî li Pêtêrbûrgê Sertaceke berhemên Ordîxanê Celîl di warê berevkirin û lêkolîna zargotina Kurdî da bi sernavê”Stranên Kurda yên tarîxiyê” bi têkistên stranan yên orîjînal, yên Kurdî û bi wergera wan ya ser rûsî hate weşandinê bi pêşgotin û pênasînên berfireh(dora 800 rûpelan). Ev stran ewî navbera salên 1958-1990î da berev kirine. Hêjayî kifşkirinêye em bêjin, ku stranên Kurdî yên tarîxî bi jimara haqas mezin bi lêkolîna ser wan ya heralî û kûr cara yekemîn bi carekê ra, berevokekê da ne ku bi tenê li Sovyêta berê, ne li welatekî cîhanê yê dinê û ne jî li Kurdistanê bi xwe nehatiye weşandinê. Pêwîste em bi ser da zêdekin, ku hemû berevokên li jorê kifşkirî û nekifşkirî jî ewî û birê va bi pêşgotin, komêntar û pênasînên zaniyariyê yên berfireh va, ku bi tevayî, bi giştî têne bi navkirinê weke pasportîzasiya berheman, dane çapkirinê.
Her bi tenê ev lêkolîn û têkistên zargotinê destûra tam didin em bêjin, ku Ordîxanê Celîl navê xwe bi tîpên zêrîn nava tarîxa çanda gelê xwe ya ruhî da daye morkirinê.
Bilî Sovyêta berê berevokên berhemên zargotina Kurdan, ku Ordîxanê Celîl amade kirine, li Almaniyayê, Îraqê û welatên dinê da jî bi Kurdiya wan û bi wergera ser çend zimanên biyanî hatine weşandinê.
Zemanê desthilatdariya komûnîstiyê ya dîktatoriyê da wek tarîxa Kurdistanê ya nû û hemdem û, weke emê bi kifşkirina sebebê wê yekê bibînin, ji wê jî bêtir û hişktir weşandina lêkolîn û têkistên stranên Kurdî yên tarîxî bi motîvên polîtîkî piştî mirina Stalîn jî li Yekîtiya Sovyêtiyê hatibû qedexekirinê, ber ku di wan da ne ku bi tenê pesnê mîr û hakim, axa, beg û şêxên Kurda, mêranî û mêrxasiya wan dihat dayînê wek serokên serhildanên Kurdan, rêvebirên Tevgera Azadîxweziya Kurd, lê bi ser da jî rêjîmên dewletên dagîrkerên Kurdistanê ji ber zor û zulma wan himberî gelê Kurd eşkere û bi tundî dihatin bi sûckirin û rûreşkirinê. Lê acizkirina van dewletên cînar û bi tayîbetî–Tirkiyayê qet jî ne di menfeeta dewleta Sovyêtiyê da bû!
Ez wî zemanî, ji nîveka salên 60î hetanî destpêka salên 80î sansorê dewletê bûm di warê weşanên Kurdî da li Yêrêvanê. Min bi zanetî şexsê xwe, kariyêra, posta xwe kire bin tehlîkê, ber bela rêal û destûra weşandina berevoka stranên Kurdî yên tarîxî da. Bi vî awayî min alîkariya zaniyarê welatparêz kir ji bona weşandina berevokeke dinê jî, ku karekî bêtir bi tehlîke bû. Ew berevok bi sernavê”Zargotina Kurda” sala 1978a li Yêrêvanê hate weşandinê. Beşa wê ya dawî da qewil û beytên êzdiya hatibûn bi cîkirinê. Gorî ola êzdîtiyê qedexe bû, ku şêx û pîrên êzdiya ji bona tomarkirinê û weşandinê qewil û beytan şexsekî ra bêjin ew kî jî hebe. Hemîn weşandin û piropagandakirina berhemên olî bi giştî gorî îdeolojiya komûnîstiyê ya ateîstiyê (Xwedênenasiyê) li welatê Sovyêtiyê tam û temam qedexe bû. Di vî warî da şêxên pêşverû yên weke Şêx Dewrêşê Şêx Keleşê bi femkirina pêwîstiya tomarkirina qewil û beyîtan ji bona zelalkirina pir pirsên dîroka Kurdistanê û çanda Kurdî ya ruhî û ruhaniyê alîkariya Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl kirin. Me rîskeke mezin kir, lê bextê me ra kesekî dewlet ser weşandina qewil û beyîtên êzdiya agahdar nekir.
Ordîxanê Celîl xudanê bi dehan gotarên zaniyariyê bû yên ku ser zelalkirina pirsên zargotina Kurdî, tarîxa Kurdzaniyê û edebyeta Kurdî ya bi nivîskî ser rûpelên kovarên zaniyarî û her wa rojnaman hatine weşandinê.
Ordîxanê Celîl yekemîn edebyetzanê Kurd bû, yê ku berhemên şayîrekî kurdayî li dervayî sînorên Sovyêta Berê yên Cegerxwînê mezin kirin babeta lêkolîneke xwe, ku bi sernavê “Poyêziya Cegerxwîn ya bajarvaniyê” sala 1966 a li Yêrêvanê hate weşandinê. Di wê da ewî gelek helbestên şayîrê welatparêz bi wergera ser tîpên kîrîlîk bi cî kirin û ew cara yekemîn bi goveka berfireh kirin mal û milkê xwendevanên Kurd li welatê Sovyêtiyê.
Ordîxanê Celîl pir salan xizmeta perwerda bi zimanê Kurdî kir di dibistanên Ermenîstanê û yên komarên Sovyêtiyê yên dinê da bi amadekirin û weşandina kitêba fêran ya pir caran bi sernavê “Zimanê Kurdî”(bona sinifa 4a).
Gava meha çille sala 1955a ji Yêrêvanê dest bi weşanên Kurdî yên li Radiyoya Ermenîstanê bûn, Ordîxanê Celîl yekemîn spîkêr, axaftinkerê Kurd bû, ku ev bes li hemû gelê Kurd daxist weke mizgînîke xêrê û şayê. He-he dengê Ordîxanî wek mexmer nermik, wek stran û mûzîkayê xweş û şîrin guhê min da tesele dibe. Belkî bi wî dengî jî bi mîliyonan Kurd bûn heyîr û motac-maşoqên weşanên radiyoya Yêrêvanê yên bi kurdî.
Ordîxanê Celîl helbestvanekî bi suret bû. Helbestên wî ji nîveka salên 50î û vir da li ser rûpelên rojnama Riya Teze, rojname û kovarên ermenî û rûsî û berevokên berhemên nivîskarên Kurd da hatine weşandinê. Lê salên 1959a û 1963a bi sernavên “Şiyêr û poyêm”û”Têlî Hemze” li Yêrêvanê kitêbên wî hatin weşandinê.
Ordîxanê Celîl ne ku bi tenê di nava hemû Kurdên Sovyêta Berê da, lê em dikarin bêjin-seranserî Kurdistanê ronakbîrekî Kurdî naskirî û hizkirî bû. Ewî hogirtî û hevkarî bi gelek ronakbîrên kurdê bi nav û deng ra kiriye, bi gelek mezinên Kurdan ra rabûye-rûniştiye û ji wana yek jî Cegerxwînê mezin bûye.
Gava 17ê cotmehê sala 1982a Cegerxwîn ji Stokholmê diçe Lênîngiradê li wira mala Ordîxanê Celîl da jî dibe mêvan û derheqa wê yekê da “Jînenîgariya min” da (rûpel 377) dinivîse:
“Şeva dî Ordîxanê Celîl em birin mala xwe. Ew, keybanu wa wî û zarokên wî bi dilxweşî û rûgeşî bi me re didan û distandin; xwarin û vexwarina me jî ji mala Kurdoyêv ne kêmtir bû (beriya hingê Cegerxwîn bibû mêvanê mala kurdzanê bi nav û deng, serokê beşa kurdzaniyê li Lênîngiradê pirofêsor-doktor Qenatê Kurdo Kurdoyêv). Gava ku ji mala Ordîxan em bi hev re çûne şeva civîneka xortên kurd, ku bi hev re civînek çê kiribûn….Dawî hevalê Ordîxan bi navê xortan diyarîke giranbiha ji min re pêşkêş kir”.
Weke kifş dibe, Ordîxanê welatparêz bi her awayê hewil daye xwe, çi ku ji destê wî tê bike, ku dilê şayîrê bi temenê mezin xweş bike.
Ordîxanê Celîl li Kurdistanê û beşên diyaspora kurdî yên dinê ne ku bi tenê deng dabû, lê weke Kurdzan hatibû naskirinê, qebûlkirinê û hêjatî nirxandinê. Ew weke endam-korêspondêntê Akadêmiya Îraqê ya Kurdî hatibû hilbijartinê. Gava bi seroketiya ronakbîrê kurdayî bi nav û deng Kendal Nezan li Parîzê Înstîtûta Kurdî hate damezirandinê Ordîxan bû endamekî wê yê bingehdar. Ew her wa weke şayîr û fîlologekî Kurd hatibû hilbijartinê weke endamê Yekîtiya Nivîskarên Rûsiyayê.
Ordîxanê Celîl bi kovana welatê bav û kalan dagirtî pir caran çû serlêdana Kurdistanê: çi ya Bakûr, çi ya Başûr û çi jî ya Başûrê Biçûk. Û ne ku bi tenê ji bona dîtina welat û gelê xwe, lê ji bona berevkirina tiberikên zargotina gelê xwe jî. Temenê xweyî mezin da jî ewî riya welêt ya dûre dirêj dida ber xwe: weke kalemêrekî diçû wir û weke xortekî çardehsalî ji wir vedigeriya.
Hêjayî gotinêye em bêjin, kanê Ordîxanê Celîl çi malbatê da hate dinê, bejin kişand û bû navdarekî ji navdarên gelê xwe. Dê û bavê wî-Casimê Celîl û Xanima Rizge cîhilên sala 1918a yên ji Herêma Qersê bûn, ku dema banzdana ji ber êrîşa Artêşa Kara Bêkîr Paşa ya ser Ermenîstanê dê û lawên xwe unda kirin û ketin sêwîxaneke Amêrîkî. Û di nava der û berên biyaniyan da, çi li sêwîxanê û çi jî li Yêrêvanê ewana ne ku bi tenê kurdîtiya xwe unda nekirin, lê bi ser da jî bingeha malbateke Kurdî danîn, bona gelê xwe Kurdzanên navdar gîhandin, yek ji kîjanan Ordîxanê rehmetî bi xwe bû. Û eger Ermenîstan bi heqî bê hesibandinê weke navendeke çanda Kurdî a here mezin-mala bavê rehmetî jî di nava wê da bû navendeke biçûktir bi seroketiya patriyarxê wê-Casimê Celîl.
Dawiyê awa min dixwest çi bigota. Dilê min ne ku bi tenê jî ber undakirina ronakbîrekî Kurdî hêja, xudanê kedeke berhemdariyê ya mezin, lê her wa hogir û hevkarekî nêzîk û pir salan dêşe. Min bi dilxweşî berpirsiyariya weşandina du pirtûkên rehmetî yên fêran û zaniyarî kiriye û îro ewana ji min ra ne ku bi tenê weke tiberikên bîranîna wî ya geş, lê her wa weke berbîn mane.
Bi baweriya min bîranîna Ordîxanê Celîl ya geş û zêndî wê dilê hogirên wî yên qelemê da hetanî dawiya jiyana wan bimîne, lê navê wî di tarîxa çanda gelê wî da-heta hetayê.
W.Eşo
2.11.2007

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *