Nameyek

مقالات لنفس الكاتب

Eger bixwazî,
Di heyamên rojeke tazî de
Di pêngavên arazûyeke girgîn de
Bişkokan
Ji ser,
Memikên arîn û lerizî
Rahêjî
An,
Ramûsanan
Li ber,
Sîbera sîdareya evînê
Li ser,
Lêvên ziwa
Bineqşînî
Dibêt,
Ti sondan
Bi Eştar û Zînê
Ji lêv û dev û dêman re
Negrî
Û
Bernedî

Eger bixwazî,
Şasiwarê sirûş û şeydê bî
Wênekêşê çerxa since bî
Ti awat û omîdan
Di weçanên vekirî de
Ji sîngên hembêz kirî re
Diyar û araste nekî
Çimkî evîne
Gerok û lezgîne
Aran û aware
Endîs û azare
Geh li ber te ye
Geh li nik te ye
Geh li pêş te ye
Û
Carna jî
Li paş te ye
Ew bi xwe dem e
Wek min
Wek te
Wek wê
Germ û nerm
Û
Tund û seqem e

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *