الرئيسية » مقالات » CEMÎL HORO

CEMÎL HORO


Hêsra Darên Zêtûnê

Pîr RUSTEM





Carekê rojhilatnasekî li ser Kurdan got: “her Kurdek dengbêjeke”. Lê her dengbêjek nikare hêsr û pelên darên zêtûnê biweşîne. Cemîl HORO hunermendê Efrînê, yeke ji ewên ku kezeb, ji qîra di riwê “feleka bê ol” de, reşkirine ye. Heya roja ku ewî, bi mirineke zer, ji nav me barkir jî, banga ewî ew bû ku, “gula wî ji bin mîlê reş derînin” û her ku, ewê di ber goristana Henên re dibore, dengê wî ji kûraniya gorê de dibhîse û jê dixweze ku, “mîlê reş ji ser rakin”. Lê ka em rê bidin jiyana wî û bihêlin bila ew ji me re baxêve.

Jiyana wî ya civakî: ewî sê caran jin aniye.
1- Jina yekem bi navê Henîfa HESEN e, ew pîrekeke bî bû û ji gundê Mabetaye, di sala 1959 an de aniye û lawekî Cemîl jê heye, navê ewî Ehmed e, lê ew bi navê “Piling”* tête naskirin, zayîna wî 1960 e.
2- Jina duyemîn jî bi navê Fîdana MIHEMED e, ji gundê Zêtûnekê û di sala 1961 an de anî. Zarên ji wê:
Law: – Mihemed REŞÎD, ew bi navê Henîf tê naskirin-1965.
– Horîk-1969.
– Henan-1973. Ew di temenê sê saliya xwe de tê kuştin û emê bi ferehî li ser çêroka revandin û kuştina ewî rawestin.
– Hena-1979. Li ser navê Henanê yekem tête bi nav kirin.
– Elî-1983. Li ser navê bavê xwe, ewê ku pê dihate nasîn, bi nav dike.
Keç: – Mizgîn-1967.
– Siltan-1978.
– Narîn-1982.
– Kurdistan-1984.
3- Jina sêyemîn bi navê Eyşa HOŞAN bû, di sala 1985 an de anî. Li derdora pênc mehan li ba wî ma û di berdana ewê de seriyê wî pir têşe, dighe pileya ku gefûgurên kuştinê bidine ewî.
Karê Cemîl ê hertim darteşî “necarî” bû û di xortaniya xwe de feqetî jî kiriye; ew mirûdê Mihemedê şêx Heyder bû û di demekê de jî serokatiya dor (2000) mirûd û di bin sîka şêxê xwe de, li gundê Çolaqa, kirî. Ewî carina bi şîşê jî li xwe dixist û heya roja mir, şopa şîşeke zingarî û di nîvê laş de, xûya dikir. Lê gava xelkê dît dengê wî ji lêdana şîşan xweştire, jê xwestin ku ew sitranan bibêje û piştî ku, şêxê wî rê didêyê, ew dest bi dengbêjiyê dike. Lê ji berî fermana şêxê xwe jî, ewî pir caran û bi dizî, sitran digotin û heya roja mir jî, mar bi destan digirtin û carekê yekî şêx li ber wî got: ez dikarim bifirim, ewî di cih de lêvegerand û got: eger ku tu firî, ez jî yê te bi sola xwe bînim xwar.

Çêroka kuştina Henên:
Cemîl û Zekî axayê KOREŞÎD, li avîngeha Seriyê Kaniyê; “Kefircenê” çayxaneyek digel hev avakiribûn, anuha bûye parek ji “Mueskerê Telai”. Di ewê demê de, mala wî li bajarê Helebê bû, taxa Xan Zêtûnê û di rojeke înê de, Cemîl ji avîngehê diçe Helebê; bi boneya ku zarên xwe jî bîne. Bi rê ve rastî zaroyekî winda tê, bi destên ewî digre û dibe “Mexfera Mîdanê” ya polîs û piştî ku, ew navnîşana wî digrin, zaro pêre dişînin mala wî. Ew zaro, wê şevê, di hembêza wî de xew dike û di sibeyê de, xwediyên lêwik tên û wî dibin. Cemîl jî zarên xwe tîne Serê Kaniyê û di eynî roj de, Henanê biçûk winda dibe.
Bêtirî (12) e rojan di ser windabûna ewî re diçin, rojekê yekî bi navê Menanê TOPO dibêje: “ji berî demekê min ew; Henan di nav destên Hemreş ê; karmendê avîngehê de dîtibû”. Di roja windabûna Henên de, Hemreş nehatibû ser karê xwe û ewê yekê hêşt ku, gûman biçin ser wî û ev gotin, dê bihêle ew ji ser karê xwe bireve. Lê kurê Cemîl ê mezin dide dû û wî digre.
Hemreş dest bi çêrokê dike û dibêje: Welîdê Coqê û Qember; bapîrê Hemreş e, ew jî ji gundê Coqê ye, ewî digel heft kesên din têve didin ku, zaro bidizin û piştî didizin ewî dibin cihê serjêkirina dewaran. Wî du rojan, bê nan, di ewê derê de dihêlin û pişt re ewî bi kêran dikujin û di pir ciyan de jî hestiyên wî dişkînin. Piştî evê yekê wî dikin çiwalekî û davêjin bin pira Efrînê, piştî ku wî bi singekî ve girê didin, da ku, di cihê xwe de bimîne û masî wî buxin. Ew mehekê wilo dimîne û di dû re wî dibin cihekî din, davêjin nav çem û şopa wî wenda dibe.
Di rojekê de şivanek tê û dibêje: “min laşê zaroyekî dîtî”. Piştî ewî derdixin, ew heya bi demekê netê naskirin; ji bilî hestiyan nemabû. Lê di por û cilên wî re dinasin ku, ewe û ew heyşt kesên ku, bi evî karê nemerdî rabûne, careke din, dilîzin; “temsîl dikin” û li ser kasêtekî vîdiyo tête tomar kirin. Lê ev mesele-çêrok, li ser destên Mihdînê ŞÊXKÊLÊ tête tepisandin, vemrandin û Wehîdê COQÊ gotinekê, ji Cemîl re, dişîne û dibêjêyê: “kuştina kurê te, li ser me; ango li ser Partiya Komonîst, bi sê firêngên Sûrî sekinye” û bi serde gefûguran ji Cemîl re dişîne û dibêje: “eger ku ew raneweste evê carê yan seriyê wî ye ya jî yê kurê wî yê mezine û bila ew jî li ser me bi bîst û pênc qurişan bisekinin”.
Lê heya roja îro, diya wî bawer nake ku, kurê wê hatî kuştin û li ser wî çêrokeke leylanî, ji xwe re, avakirî. Ew dibêje: “ewê ku me hestiyên wî dîtine, ne ew bû.. lawê min hîne winda ye”. Temenê Henên, di roja windabûnê de, sê salî bû û hunermendê me du stiran-kulam li ser çêkirin, yek ji wan digel hunermend Elî Tico. Ev kula mezin; “kula leklekê”, dê pê re bimîne û hêşt ku, ji berî bimre, li mamoste cîgerxwîn-Şivan vegerîne û bêje: “kîne em.. em in em hov û qirdin”** . Û ji berî ku, em ji rewşa wi ya civakî dertên, ka em bi hev re nasnama ewî bixwînin:
nav û paşnav: Cemîl Reşîd.
bav : Horo, “Elî”.
dê : Siltan.
cih û dema zayînê : 10.3.934- Serîncekê***.
Û ewî bi çar zimanan dixwend û dinivîsand, zimanên : Kurdî “kurmancî”, Tirkî, Erebî û Farisî.


Jîna konevanî:
Piştî ku “partî” ji hev cuda dibe, di sala 1965 an de, hunermendê me dimîne hevalê PDK û di dema yekbûna Sûryê û Misirê de, Cemîl jî û weke gelek hevalên “Partî” tête girtin. Ew heyştê rojî di bin êşkenciyê de dimîne û piştî ku, nikarin ti tiştî ji devê wî bistînin ewî berdidin, lê bi qasî ewan rojan jî, ew di nav nivînan de dimîne û ji ber ewê yekê, wî radikin nexweşxana Razî, li bajarê Helebê. Di wir de bijîşk jê dipirse: “tu Kurde” û gava Cemîl jê re dibêje: “belê”. Ew gotineke pîs jê re dide: “… dê û xûşka te”. Û bêyî ku dest tê bide, ewî ji nexweşxanê dertîne û li mal, bijîşkekî Kurd, wî derman dike.
Piştî ku rihet dibe, vedigere ser karê xwe yî konevanî û pir carên din dezgehên asayêşî didin dû şopa wî û dihêlin ku, ew hertim ji mal bireve; xwe bide alî. Û di rojekê de Elî TICO tê ba ewî û Cemîl jê dixweze ku, di riya xwe re bi pirse: ka ew çi ji wî dixwezin. Piştî heftiyekê ji evê dîtinê û bi şev, li dor kata (12) e yan, yek li deriyê wan dide û dema bavê Cemîl dipirse: “kiye ew”, dengê Elî TICO ji piş derî ve tê û bi naskirina dêng re, bavê Cemîl jê re dibêje ku, ew ne li male. Lê bi gotina wî re Cemîl dighe ber derî û jê re vedike û bi vekirina ewî ji derî re, nobedariya asayêşê bi sukra wî dikire û digel Elî TICO dixin hundirê cîbeke leşkerî û ev yeka dihêl Cemîl li Elî TICO vegere û bêje: eve dostaniya te.
Nêzîkî meh û nîvekê di girtîgehê de dimîne û piştî ku, ewî berdidin, dîsa jî dezgehên asayêşî didin dû şopa wî û dihêlin ku, ew digel zarên xwe ji Sûryê surgun bibe û bireve Turkiyê. Li ewê derê navê xwe diguhêre û dike Ebdul QEHREMAN û heya navê zarên xwe jî diguhêre. Li dor sal û nîvekê li Turkiyê dimîne û di rojekê de, Eyşe ŞAN kartekê jê re bi rê dike û wî vedixewîne dawetekê, li wir û piştî ku, Eyşe ŞAN movika xwe bi serî dike, ew hunermendê me pêşkêş dike.
Gava Cemîl dertê ser textê şanoyê, ew di nava xwe de dibêje: ez ji bo karûbarê welêt û miletê xwe koçer bûme û nuha tu yê bê, li vir, ji min re çi sitranê bibêje; Eyşê yan jî Xatûnê û ew di cih de heylo sitrana Şêx SEÎD dike. Piştî ku dawiya sitranê tîne, dostekî wî bi destan digre û direvîne mala mirovekî xwe, lê polîs wî bi cih dikin û di bin serokatiya Newzet BEG ê de; ew jî kesekî Kurd e, tête dadkirin.
Di nav pirsên xwe de, ew jî jê dipirse: ma tu kesekî Kurd e. Û dema Cemîl bi gotina “belê” bersiva wî dide, ew sixêfekê jê re dide û dibêje: ewê li te daye jî Kurd e. Û bi alîkariya Newzet BEG ê dighe Urfê, nameyekê jî dide wî û berê wan dide cem dostekî xwe, da ku, alîkariya wan bike û ew jî ji aliyê xwe ve Cemîl û malbata wî direvîne û tên Cizîra Botan, gundê Êlxanê û ji wir salixê dişînin başûrî Kurdistanê û digel hin pêşmergan derbasî wir dibin.
Di derbaskirina di ser çemê Dicle re, pêşmerg radihêjin bavê Cemîl yê heyştê salî û zarên wî û gava ew dighêjin aliyê çem ê din, Cemîl xwe xwarî kevirekî dike û diramûse. Li dawiyê ew dighên ba pêşmergên ku, li benda wan mabûn û di bin seroktiya Îse Siwar de û bi êvarî re dighên bajarê Zaxo. Ewê şevê li hotêlê xew dikin û di sibeyê de mele Ebdul Kerîm Qasim; stûbarê Zaxo tê ba wan û piştî demekê Cemîl dikin çavnêrê; “miraqibê” belediyê û ew dora salekê û şeş mehan li wir dimîne.
Piştî ku tevgera serast; “Elherkê Elteshîhiyê”, li Sûriyê hukum bi dest xwe ve tîne, beratiya kesên surgun derdixîne û evê yekê hêşt ku hunermendê me, digel malbata xwe, vegerê Sûriyê. Ew tê û li bajarê Helebê, taxa Hulika jorin rûdine û di dû re di navbera pir gund û bajarên Sûriyê de digere, li dawiyê li bajarokê Cindirêsê ji herêma Efrînê bi cih dibe. Di evê demê de careke din û di bin navê Cemîl Necar de derdikeve Tirkiyê, lê careke din ew tête girtin û li dor (16) e rojan di girtîxanê de, li ser pelên rojnemeyan, radize. Di dû re ewî tînin ser sînora ku, di navbera herdu hukumetan de û li gundê Mîdan Ekbes ê berdidin; çûna ewî ya Tirkiyê jî ji bo sipasiya Newzet beg ê bû û belkî ew karibe hin stiranan li wir tomar bike.




Jîna wî ya hunerî:
Ew deh salî bû dema diçû ba feqe; Evdê Eşê li gundê Çolaqa, da ku Quranê ezber bike. Di rojekê de ewî dertîne û jê dixweze ku, sûretekî ji Quranê bixwîne, lê li şûna ayetan, sirûda Felestîn distire û riya xwe dibjêre.
Heya salên (60-61) an, li dewat û şahiyan stiranên folklorî digotin û li dor salên (60-65) an stiranên xwe yên pêşîn, di tomargeha S. Kamil de ewa li bajarê Helebê, daxistin ser sêlikan. Mîna; stiranên Memê Alan, Feteh beg, Ûsib Şer, Xana Dinê, Eyşa Îbê, Dizo, Cebelî, Xemê Zalim, Tosino, Wey lawo.. Lo bavo û.. hwd. Weke em dibînin ku, ev stiranên jorin bi gelemperî yên folklorîne, lê pirê caran hin kît ji cem xwe dadixistin hundirê stiraneke folklorî û hin caran jî gotinên stiranên xwe digel mozîka wê bi xwe datanî, mîna stirana: “Lo bavo”.
Di dû evê demê de û ji bona karê xweyî konevanî, weke ku me di rewşa konevanî de dît û di sala 1970 î de, ji Sûriyê direve û diçe Tirkiyê, lê ji berî ku ew surgun bibe jî, çend caran derketibû Tirkiyê, li dora salên (60-65) an. Di ewê demê de, ew û Eyşe Şanê hevdu bêtir dinasin û bi hev re sêlikekê tomardikin, digel Kemal Ûrgun; hunermendekî Kurdên Tirkiyê ye û li ser tembûrê Arif Sax û Bîlal Selman jî li ser qernêt. Li ewê derê ew û hin dengbêjin Kurd û di nav de hinekên Tirk jî; ji ewan Nûrî Sûzigûzel, Gul Ab, bi tekirman radibin hev. Li dawiyê, giş, komên xwe ji hunermendê me re dadixin.
Piştî ku direve û diçe başûrî Kurdistanê, ew stiranekê di kuştina Nafiz Celal Hawizî de dibêje, lê ti tiştî li wir tomar nake. Di dû ku vedigere Sûriyê, ji nuh ve, dest bi karê xweyî hunerî dike. Lê di evan sê-çar salên mişextiyê de û di bin bandora şoreşa Berzaniyê nemir de, hizra netewî damarên xwe berdide nav stiranên ewî û emê, ewê yekê, di evan stiranan de bibînin: Leyla Qasim, Şêx Seîd, Ebro kevan, Keça Kurda, Berzanî, Pêşmergê Kurd, Newroz, Delalê Milanî, Ay felek ..felek, Gula Nesrînê û.. hwd. Hinek ji evan stiranan li ser kasêtekî daxistine; sazkar û xwediyê meqaman, tembûrvan Menan Ibrahîm ji Efrînê ye, keman: Mihemed xelîl Xazî û li ser dirbekê: Guro û herdiyên dawî ji kobaniyêne, awaz û gotinên hinek stiranan ên Cemîl Horo bi xwe ne û ev kîta jêrîn, ji stirana Berzanî, bi pênûsê wî ye.
Hevalino kanî, kurdino kanî.
Wa şêrê Çiya, kanî Berzanî.
Feleka neyar, mala me danî.
Ji ber kurda ve te pir êş (ek) dî, di va dinya fanî.
Di (2.7.1972) yan de, mehrecana “Soq Intac” Çêdibe, Cemîl digel hinek hunermendên Kurd û Ereb; ji yên Kurd, Selah Resûl, Seîdko û.. hwd. sitran û kulamên xwe bi herdu zimanên kurdî û erebî dibêjin. Di dû “Soq Intac” re diçe Libnanê û di Sînema Rîvolî de, digel hinek hunermendin Kurd, wek; Seîdko, Seîd Yosêf, Şêrîn, Sêvî Metîn, koma Efrînê ya semayê û hunermendê nemir M. A. Cezrawî û.. hwd. û ji bo cejna Newroz ê, li hev komdibin û şadûmanekê lidardixin. Carekê jî li bajarê Qamişlokê û, careke din, ji bona cejna Newrozê, mehrecanekî digel koma Efrînê ya semayê û Cemîl Qasim, Selah Resûl, Mehmûd Ezîz, S.Yosêf û Seîdko çêdikin.
Hinek dostanî, dijberî di navbera wî û Cîgerxwîn de hebû û di nirîna me de, ew jî ji ne lihevkirina di warê konevanî de tête holê û emê ewê yekê li jêr, di gotinên sitraneke Cemîl de bibînin ku, çawa davêje ser Cîgerxwîn û partiya wî. Navnîşana helbestê; “Teibîra dîkê Xerza, dikim ji were bêjim”.
Cîgerxwînê şahreza xwedanê dîkê Xerza
Ew çêroka te gotî û bi peran firotî
Li ser elok û qaza li Ferza û li Zaza
Serî qebrê hejandî dilê me pir melandî
Bi dev bûye Cîgerxwîn bi dil bûye xem revîn
Dîkê pêşî me naskir dîkê paşî xwe naskir
Dîkê pêşî Hemîde ê dudiwan Reşîde
Tu mayî dîkê paşî bi ritba xwe a yozbaşî
Yozbaşî xewaran leşker daye neyaran
Binir ku yed-bere wîsayete ne xebere
Reş-belekên te danîn ji bo te bibe zanîn
Çendî şairî Kurdî hebin bi rastî û rindî
Dulabê te gerandin çavên wan te şikandin
Rastî û tu ronî başî bike şonî
Serê me bête hildan em jî bibin ji kurdan.

Û weke me dît ku, ewî li Tirkiyê hinek sêlik tomarkiribûn, ew jî evin:
1- Bedev, “Bedew” can.
Salih bey, “beg”.
2- Lo lavo, “lo lawo”.
3- Mem û Zîn.
4- Teyar axa.
Û dengbêjên ku Cemîl Horo li ewan guhdarî dikir jî, ev bûn; Mihemed Şêxo, M. T. Tahir, T. Taha, Neşet Artaş, Nûrî Sûsigûzel û li evê dawiyê Şivan.

Mirina wî:
Di dawiya jiyana xwe de û li bajarê Helebê, Çayxaneyek vekir, lê gava bihîst ku, kesên derdora ewî li ser dibêjin ku: “Cemîl Horo, piştî evî temenî dest bi karê pîs kirîye”. Ew çayxane firot û li gundê Tislorê, nêzîkî Cindirêsê baxçeyekî hinaran dikire, lê gelek jar û tengasî dibîne û dihêle ku, ji nuh ve, vegere karê darteşiyê.
Û ji ber jiyana reş, gelek nexweşî pê re çêdibin; wek derdê şêkir û telkê û di rojên wi yên dawî de jî û piştî ku, bijîşk jê re dibêjin: kevir pê re çêbûye, zikê ewî diqelêşin. Lê dertê ku, kezeba reş werimiye û ew dihêle ku, Cemîl navekî xasmayî li nexweşiya xwe bike; di bin navê “kula leklekê” de bi nav dike û wilo nesax dikeve nav nivînan. Û birîna ewî hîne neketibû hev, ew diçe dikana darteşiyê; da ku nanê zarokan peyda bike û pir caran devê birînê ji hev dibe û çilpikên xwînê, di cilên wî re, gulgulî, serî hildidin. Nemaze demên ku, bi zikê xwe li daran zor dikir; da ku ewana bide ber bêçixiyê.
Di rojekê de, ew bi carekê ji hev dikeve û ewî radikin bajarê Helebê. Di ewê demê de û weke me dît, ewî mala xwe anîbî Cindirêsê. Wî dibin nexweşxana Ibin Rişd, li wir û di kata (9,30) neh û nîvan de, di êvara Pêncşemê de (19-9-1989) an de, cara dawiyê çavan dide hev û dilê germ disekine û ewî tînin, da ku, di goristana Henên de, nêzîkî gundê Meşalê û avîngeha Kefircenê, dûrî Efrîn ê bi (8) k. m. û digel nemirê Kurd ê din; Nûrî Dêrsimî, veşêrin.
Ji qeşmeriyên jiyanê, meleyê mizgefta Cindirêsê, ewî naşo, bi sedemên ku; “ew yekî dengbêj û mey vexwar bû” û piştî ewî dişon û dixwazin rakin, mixabin; du pereyan-qurişan di mala wî de nabînin, da ku, karibin pê veşêrin û bi bêşkirina hin kesan, ewî dighînin mala wiya reş û sar.

Gotina Dawî:
Ji berî ku cara dawî, çavan bide hev, ji kurê xweyî mezin re dibêje: “eger ku, rojekê Kurdistan avabû; Kurdistaneke aza û serbixwe, divê tu digel hunermend, şair û sema û lîliyan, werê ber seriyê min û bêjî min: de rabe.. rabe.. raa.. aabee”.

Têbînî:
* pir caran du nav ji mirov Kurd re çêdibin, yek li ba dewletê û navê din jî li ba gundiyên ewî.
* Di ewê demê de, hunermendê me yî nemir; Cemîl HORO, di partiya DKS; “Partî” de kardikir û Henan bû qurbana ne lihevkirina di navbera PDK li Sûryê û Partiya Komonîst de.
*** Serîncek; gundekî Efrînê ye û nêzîkî kela Nebî Horî ye.

Û em dixwezin li dawiyê bibêjin ku, me ev agahî û bûyerên ku, di evê nivîsarê de hatine, ji erşîv û devê malbata hunermend, Cemîl HORO wergirtine û eger ku, rojekê hin agahî şaş derkevin, em ji anuha ve hêviya lêborîna kêmasiyan ji we dikin.


Cindirês-93.

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *